Li gorî îstîxbarata Îsraîlê, Îran kapasîteya xwe ya balîstîk jinûve ava dike
Çavkaniyên Îsraîlî ragihandin ku servîsên îstîxbaratê hin nîşane tespît kirine ku Îran kapasîteya xwe ya fuzeyên balîstîk jinûve xurt dike.
Çavkaniyên Îsraîlî ragihandin ku servîsên îstîxbaratê hin nîşane tespît kirine ku Îran kapasîteya xwe ya fuzeyên balîstîk jinûve xurt dike.
Li gorî çavkaniyên ku ji Axiosê re axivîn, motîvasyona têkildarî kapasîteya fuzeyên balîstîk a Îranê ji şerê 12 rojan ê meha Hezîranê û vir ve di asta herî bilind de ye.
Çavkaniyan diyar kirin ku piştî şerê navborî di destê Îranê de nêzî 1.500 fuze ma bûn û ev hejmar beriya şer derdora 3 hezar fuze bû.
Hate ragihandin ku rêveberiya Tehranê ji hingî ve hewl dide kapasîteya xwe ya leşkerî jinûve ava bike, lê belê hîn gihîştiye asta beriya şer.
Li gorî nirxandinên îstîxbarata leşkerî û Mossadê, leza jinûve avabûnê ya heyî ya Îranê di nava du, sê mehên bê de nagihêje wê astê ku destwerdaneke lezgîn a leşkerî jê re pêwîst bike.
Çavkaniyekî Îsraîlî jî diyar kir ku dibetiya êrişeke gengaz a ji aliyê Îranê ve bê kirin di bin asta ji sedî 50'î de ye, lê belê ev rîsk nabe ku ji nedîtî ve bê.
Çavkaniyekî ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî ragihand ku îstîxbarata Emerîkayê heta niha nîşaneyeke şênber tespît nekiriye ku ji Îranê li hemberî Îsraîlê êrişek di dema nêz de bê kirin.